Kurdi

KURDÎ AJANSA RASTÎ


JI AJANSA RASTÎ Û HEQÎQETAN BANG: AJANSA RASTÎYAN DEST BI WEŞANA XWE DIKE!


Çima Ajansa Rastîyan?
Li ser rûzemîna me, şerekî bê eman dewam dike: Ev, şerê rastî û derewê ye.
Ev şer; şerê rastî û şaşîyê, başî û xirabîyê, pêşverû û paşverûyê, heq û neheqê, serdest û bindestan digire nav xwe… Pirî caran şer, ev bixwe ye.
Rast û derew!
Vî şerî kî qezenç dike?
Li gorî me, serketîyê vî şerî zelal e;
Wê rastî biserkeve!
Lê ev, bi awayekî hêsan û xwe bixwe çênabe.
Ji bo vê, pêdivî bi ked û werekîyê heye. Ji bo vê, pêdivî bi hebûna şervanên heqîqetê heye. Ji bo vê, pêdivî bi sazîyên ku heqîqetê belav bikin hene.
Hebûna Ajansa Rastî û Heqîqetan, tam jî ji bo van a ye!
Di vê şerî de, ji bo em alîyê rastîyê bihêz bikin, derdikevin vê rêwîtîyê.
Di cîhana emperyalîst de, her ku diçe pirsgirêkên gelan mezintir dibin. Cîhana îro, cîhaneke ku bi milyaran mirov di nav xizanî û birçîbûnê de ne. Neheqî û bêdadî li her derê belav bûne. Emperyalîstan, bi dagirkerî, embargo, bi êrîşên hewayî, zaro-zêç nabêjin, mirovan qetil dikin. Bi milyonan mirov îro di rewşa penaberîyê de ne. Îro li hemberî emperyalîst û sîstemên hevkar, li gelekî derên cîhanê berxwedanî çêdibin. Lê,
haya gelên cîhanê ji van berxwedanîyan çênabin. Yan jî li cîyê “nûçeyan”, nûçeyên derew û agahîyên şaş pêşkêş dikin. Her ku qrîzên emperyalîzmê mezin dibe, birçîbûn û xizanî li welatên wan êdî zelaltir tê hîskirin. Kedkarên ku nikarin li dijî vê xizanîyê rawestin, derdikevin kolanan. Bi
vî awayî li welatên wek Fransa, Belçîka, Elmanya, Îtalya û Îngîlterê, em dibin şahidên grev, berxwedan û raperînan.
Ji bo ku li Ewropa û li cîhanê, ew reaksîyona li dijî xizanîyê bişkînin, divê gelan bikin xewê. Bona vê yekê, serî li her cure rêbaz, lîstik û amûran didin.
Di nav van amûran de jî, ya herî bi bandor MEDYA ye. Bi rêbazên dîtbarî û nivîskî, rastîyan vedişêrin, her tiştî berevajî dikin, yên nebûyî wek bûye, yên bûyî jî wek nebûye nîşan didin. Ango, ji bo ku polîtîkayên emperyalîzmê bikevin jîyanê, rola herî mezin medya dilîze. Medyayê
bikartînin, darbeyan organîze dikin. Wek mînak; di emperyalîst mudaxeleya dawî a li Venezuelayê de, dîsa çeka herî bi bandor, medya dîtbar û nivîskî ye. Bi hêza ragihandina di destê xwe de, dixwazin mudaxele û qetlîaman, wek tiştên meşrû bidin nîşandan.
Mafê agahî standina gelên cîhanê, di destê çend kaxez, peyk û medya de ne.
Bi vê mafê yekdestîyê, tiştên bikêrî wan bê radigihînin, yên hesaba wan neyên jî sansur dikin.
Xwînmijên herî mezin yên cîhanê, yan xwedîyê medya ne yan jî şîrîkê medya ne.
Li welatê me jî;
55 neteweyî, 23 herêmî û 2381 lokal, bi giştî 2459 rojname…
27 neteweyî, 23 herêmî û 215 lokal, bi giştî 258 qanalên têlevîzyonan…
1087 qanalên radyo hene ku di qada neteweyî û herêmî de weşanê dikin.

Piranîya wan a borîzanîya faşîzma AKPê dikin, û di nav tevgera xapandina gel de ne.
Di her demê de îqtîdaran xwestine bibin hakimê çapemenîyê û serî li sansurê dane. Ew îqtîdarên ku bi emperyalîzmê re hevkarîya wan hene, dîsa her tim ji alîyê medya emperyalîstan ve têne destek-kirin. Lê, ti dem qasî dema îro, medya neketibû bin xizmeta îqtîdaran.
Îqtîdar, ligel ewqasê hêzeke dêwasa; hemû çapemenîya pêşverû, dij, demokrat ku li quncik û enîşkan hene û wek wan a nafikirin, dixwaze bifetisîne. Xebatkarên vê beşa ku dixwaze polîtîkayên îqtîdarê yên qirêj û dijminê gel derxe holê, her roj di bin tehdît, lêpirsîn, gîrtîgeh û bêkarîyê de ne.
Bêyî xapandin, bidestxistina nûçeyên rastî, pirsgirêk û agahîyên tevgera her beşê gelan, pêdivî û mafekî bingehîn a gelan e.
Îro li dijî bê dadîyê, li welat û cîhanê têkoşîn berdewame. Kesên dibêjin; “Li her derê ku zilm heye, berxwedan jî maf e!”, liberxwe didin, lê bi sansureke berfireh re rûbirû ne.
WEK AJANSA RASTÎYAN;

  • Li dijî derewan, ji bo parastin, nivîsandin û ragihandina rastîyan,
  • Ji bo belavkirina sansura tarî a li ser gelan,
  • Ji bo ku gel mafê xwe yên rast û heqîqeta agahîyan bigire,
  • Ji bo ku dengê gel û berxwedana mafdaran ragihînin cîhanê,
  • Ji bo dorpêçkirina li dijî gel û mafdaran belev bikin,
    EM JÎ HENE!
    Em dizanin, di nav ewqasê zext û derewan de, nûnertîya dengê rastîyê ne hêsan e. Lê, ew hêza me heye ku her astengîyên derkevin pêş me, em ê jê derbas bibin.
    Em bi hêvî ne ku ev kozika girîng, ji alîyê gel ve bê pejirandin û di her pêngavî de wê ji her beşên gel, tê de cîyê xwe bigrin.
    Xebatên ajansa me, wê bi keda gel mezin û belav bibe.
    EM NE TENÊ NE; EM Ê TI CARÎ JI BÎR NEKIN KU HÊZA ME, JI MAFDARÎYA ME YA DÎROKÎ Û SÎYASÎ TÊ!
    JI BO GELÊ TIRKÎYÊ Û HEMÛ CÎHANÊ, “DEMBAŞ!”